Şam – SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xettab di rêya platforma “X”ê re ragihand ku Lîwa Wasil El-Uweyd Cîgirê Serokê Erkan, û Lîwayê Firokevan Îbrahîm Mehla Serokê Erkanê Firqeya 22yan a Hêzên Esmanî hatine girtin, û ew wekî sembolên rejîma xwînmij a rûxandî bi nav kirin.
Wezareta Navxwe operasyonên xwe yên ji bo şopandina berpirsên rejîmê didomîne, ku vê dawîyê Lîwayê Firokevan ê Erkan Cayiz Hemûd El-Mûsa, Lîwa Ednan Ebûd Helwe, Lîwa Wecîh El-Ebdullah, Emîdê Rikin Xerdel Ehmed Deyûb, Emîd Suhêl Fecir Hesen û Neqîb Umer Ehmed El-Meter girtine.
Ev şopandin ji bo radestkirina kesên ku destên wan di tawanên li dijî gelê Sûrîyê de hene bo dadgeha pispor tên kirin, ev jî di çarçoveya rêça dadwerîya veguhêz de ye ji bo misogerkirina mafên qurbanîyan, vegerandina rûmeta serwerîya yasayê û çespandina prensîba nerevandina ji cezayê, pile û pêgeha kesî çi be jî bila ew be.