Hesekê-SANA
Cîgirê Parêzgarê Hesekê û Berdevkê Tîma Serokatîyê Ehmed El-Hîlalî yê ku ji bo şopandina bicîhanîna Peymana 29ê Kanûna Paşîn ligel “HSD”ê hatiye erkdarkirin, piştrast kir ku tîmê bi dehan dosyayên mirovî, îdarî û xizmetguzarîyê bi dawî kirine.
Her wiha beşdarî di pêşdebirina hejmarek dosyayên têkildarî proseya tevlîbûnê ber bi qonaxên pêşketî ve kiriye.
El-Hîlalî di daxuyanîyekê de ku Rêveberîya Ragihandina Hesekê îro Çarşemê veguhast, dîyar kir ku Tîma Serokatîyê bi serokatîya Emîd Zîyad El-Ayiş li gorî dîtin û rênimayên dewletê, bi rêya dabeşkirina dosyayan û hevahengîya di navbera endamên xwe de xebitîye. Tekez jî kir ku tiştê hatiye bidestxistin berhema hewldaneke berhevkirî ya keda bi mehan e.
Berdevkê Tîma Serokatîyê di berdewamîya gotina xwe de got: Xebat li ser hejmarek dosyayên girîng ên ku gihîştine qonaxên xwe yên dawî hîn berdewam e, heta ku bi temamî bi dawî bibin.
Qezenckirina Dilan berî Erdnîgarîyê
El-Hîlalî dîyar kir ku tîm li gorî bijardeyên aştîyane û aram ên dewletê xebitîye, û xala destpêkê gotina Serok Ehmed El-Şeri’ bû: “Qezenckirina dilan berî erdnîgarîyê.”
El-Hîlalî dupat kir ku tiştê ku tîmê bi rexnegiran re jî digihîne hev armanceke yekgirtî ye ku ew jî serxistina proseya tevlîbûnê, bihêzkirina amadebûna dewletê, parastina aştîya navxweyî û avakirina Sûrîyeke ku hemû gelên xwe dihewîne ye.
Serok Ehmed El-Şeri’ di 4ê vê mehê de li Koşka Gel a li Şamê bi Mezlûm Ebdî re civîyabû, bi amadebûna Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî û Parêzgarê Dêrezorê Zîyad El-Ayiş. Di hevdîtinê de temamkirina bicihanîna Peymana 29ê Kanûna Paşîn û şopandina rêça yekbûnê di nav sazîyên dewletê de hatibûn gotûbêjkirin.
Parêzgeha Hesekê dibe şahida hewldanên xurt ên Tîma Serokatîyê ji bo jinûveçalakkirina sazîyên hikûmî yên xizmetguzarî û îdarî, çareserkirina gelek dosyayan, û lezkirina proseyên yekbûna sazûmanî ligel “HSD”ê, da ku pêşkêşkirina xizmetên bingehîn ji bo welatîyan were dabînkirin û aramî li herêmê were çespandin.