Şam – SANA
Şahidîyên girtîyên berê aşkere kirin ku meha Remezanê bi rêya pêşkêşkirina xwarinên xerabûyî û ava lewitî, hatibû veguherandin bo amûreke îşkenceyê. Ev yek, bi qestî û lîstina bi demên xwarinê û bêparkirina girtîyan ji paşîvê û fitareke dirust pêk dihat.
Rêveberîya zindanan zexteke dijwar li ser îbadetan dikir bi rêya qedexekirina nimêja cema’etê û sepandina cezayan li ser nimêjkeran, ku ev yek bû sedem girtî bi dizî nimêj bikin. Her wiha girtî ji hemû cureyên aramîyê hatibûn bêparkirin, di hewldanekê de ji bo valakirina meha Remezanê ji wateya wê ya ruhanî û veguherandina wê bo heyameke serşûrî û bindestîyê.
Pisporên yasaya navdewletî tekez kirin ku kiryarên birçîkirin û bêparkirina ji daxwazên olî, binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan û rênimayên “Nelson Mandela”. Ev kiryar wek tawanên li dijî mirovahîyê tên pênasekirin, ji ber ku di zindanên di bin birêvebirîya dezgehên ewlehîyê de bi dehan salan sitemkarî li ser wan dihat meşandin.