Şam-SANA
Wezîrê Veguhestinê yê Sûrîyê Ye’rub Bedir îro Çarşemê, ligel şandeke Şirketa Teknîkî ya Endezyarîyê ya Rêyên Hesinî yên Tirkîyê, awayên bihêzkirina hevkarîyê di warê veguhestina bi rêyên hesinî de û mîkanîzmayên vejandina vê sektorê li Sûrîyê gengeşe kirin.
Ev hevdîtina ku li avahîya wezaretê li Şamê di navbera Wezareta Veguhestinê ya Sûrîyê û hevtaya wê ya Tirkî de hat lidarxistin, tê de beşdaran giranî da ser girîngîya hevahengîyê û tekez kirin ku girêdana bi rêyên hesinî bijardeyeke stratejîk e ku beşdarî bihêzkirina berdewamîya zincîreyên dabînkirinê dibe.
Wezîr Bedir dîyar kir ku dîtina hevbeş armanc dike ku korîdoreke hesinî were avakirin ku ji Tirkîyê dest pê dike, di ser Sûrîye û Urdunê re derbas dibe û digihîje Erebistana Siûdî û welatên Kendava Erebî, bi awayekî ku pêdivîyeke dîrokî ji bo bihêzkirina girêdana bejayî ya di navbera Kendava Erebî û Ewropayê de bi cih bîne.



