Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, îro Çarşemê peywendîyeke telefonî ji Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve û Koçberan ê Urdunê Eymen El-Sefedî wergirt.
Di peywendîyê de, her du alîyan geşedanên herî dawî yên girêdayî Encumena Bilind a Hevrêzîyê ya di navbera her du welatan de, ligel pêşhateyên herêmî yên dawî gotûbêj kirin.
El-Sefedî şermezarkirina Urdinê ji bo binpêkirinên Îsraîlê li ser xaka Sûrîyê anî ziman û piştrast kir ku Urdin bi piştevanî ligel Sûrîyê disekine.
Her wiha her du alîyan tekezî li ser girîngîya berdewamkirina hewldanên xurtkirina ewlehî û aramîya li nevçeyê kirin.