Şam-SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih sersaxî ji bo xortê bi navê Mihemed Hisamedîn Xemîre xwest.
Xemîre îro Yekşemê li Nexweşxaneya Zanîngehê li bajarê Laziqîyê jîyana xwe ji dest da.
Sedema mirina wî wekî tevlihevîyên xwînrêjîya mêjî di dema girtina wî de li Navenda Polîsan a Hefeyê li parêzgeha Laziqîyê hat dîyarkirin.
Xemîre bi nexweşîya hemofîlîyê ketibû, ku ev nexweşî metirsîya xwînrêjîyê û tevlihevîyên wê zêdetir dike.
El-Salih sersaxîyên xwe yên herî germ û hevxemîya xwe ya ji dil pêşkêşî malbata rehmetî, hevalên wî û hemû Sûrîyan kir.
Wezîrê Rewşên Awarte ji Xwedê xwest ku rehmetî bi dilovanîya xwe şa bike û sebrê bide malbat û hezkirîyên wî.
Navborî li ser platforma Xê piştsart kir ku Sûrîya nû dewleta yasa û dadwerîyê ye.
Her wiha eşkere kir ku wî ji roja yekem a bûyerê ve bi Wezîrê Hundirîn re hûrgilîyên dozê şopandine û da zanîn ku endamên polîsxaneyê yên bi lêdana rehmetî tên tawanbarkirin, îro hatine binçavkirin û dê derbarê wan de rêkarên yasayî bên wergirtin.