Heleb-SANA
Hejmeleke kesên derveyî qanûnê êrîşî avahîya Rêveberîya Herêma Kobanê (Eyn El-Ereb) ya li gundewarê parêzgeha Helebê kirin.
Rêveberîya Ragihandinê ya Helebê bi rêya kenala xwe ya Telegramê roja Duşemê da xuyakirin, ku piştî destdirêjîya li ser avahîya Rêveberîya Herêma Eyn El-Erebê “Kobanê” hat encamdan, hêzên ewlehîya navxweyî bi awayekî berfireh hatin belavkirin ji bo peyketina kesên ku êrîş pêk anîne, kontrolkirina ewlehîyê û parastina mal û milkên giştî û yên taybet li bajêr .
Rêveberîyê amaje bi wê yekê kir ku fermandarîya ewlehîya navxweyî li parêzgeha Helebê qedexeya çûnûhatinê ya demkî li bajarê Eyn El-Ereb “Kobanê” ragihandiye heta dema derketina agahdarîyeke din, ev yek bi mebesta parastina selametîya welatîyan û ewlehî û aramîyê tê kirin.
Fermandarîya ewlehîya navxweyî bang li welatîyan kir ku pabendî rênimayên ku hatine derxistin bin û hevkarîyê bi hêzên ewlehîyê re bikin.