Şam – SANA
Hêlên Asmanî yên Sûrî ragihand ku ew xizmeta veguhastina belaş bi otobusên taybet ji Şamê ber bi Balafirgeha Helebê ya Navdewletî ve peyda dikin. Ev xizmet tenê ji bo geştyarên wan e û dê ji roja Şemîyê, 14ê Adarê ve dest pê bike, da ku gihîştina wan bo geştên derve hêsan bibe û barê mesrefên veguhastinê kêm bibe.
Bang li kesên ku dixwazin agahîyan bistînin hat kirin ku bi rêya sepana WhatsAppê yan jî bi peywendîya rasterast li ser van hejmaran bi navenda xizmetguzarîya bikarhêneran re bikevin têkilîyê:
+963987077731
+963987077732
+963987077733
+963987077734
Hêlên Asmanî yên Sûrî destpêkirina geştên ji Balafirgeha Helebê ya Navdewletî ber bi hinek navendên herêmî ve ragihand. Ev biryar piştî nirxandina rewşê ji alîyê Desteya Firokvanîya Sivîl ve hat girtin ku korîdorên asmanî li kerta bakur vekirin. Lê belê, biryar hat girtin ku korîdorên din û Balafirgeha Şamê ya Navdewletî heta demeke nedîyar girtî bimînin.