Heleb-SANA
Fermandarîya Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Helebê, îro Sêşemê, rakirina qedexeya çûnûhatinê li bajarê Kobanê (Eyn El-Ereb) ê li rojhilatê parêzgehê ragihand. Ev yek jî piştî belavbûna dewrîyeyên wê li seranserî bajêr pêk hat.
Fermandarîya Ewlehîya Hundirîn, di daxuyanîyekê de ku di kanala xwe ya Telegramê de weşandiye, dîyar kir ku biryara rakirina qedexeyê piştî piştrastkirina çespandina ewlehîyê û vegerandina aramîyê bo bajêr hat.
Hêjayî gotinê ye ku hejmarek kesên derqanûnî duh êrîşî avahîya rêveberîya navçeya Kobanê kiribûn, ku ev yek bû sedema ferzkirina qedexeya çûnûhatinê ya demkî li bajêr, ji bo parastina silametîya welatîyan.