Şam-SANA
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn li Gundewarê Şamê şaneyeke rêkxistî ku ji 8 kesan pêk dihat, girt. Vê şaneyê karsaz, bazirgan û xwedîyên kargehan direvandin û ji bo wergirtina fîdyeyên mezin, zext li malbatên wan dikir.
Ev operasyona serkeftî piştî komkirina çend agahîyan û çavdêrîyeke hûr a ewlehîyê hat encamdan.
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn duh Înê daxuyand ku di dema operasyonê de dest danîne ser çekên curbicur ên di destê endamên şaneyê de; di nav wan de çekeke giran a cureyê (PKC), tifingên otomatîk, demance, bombeyên destan û hejmareke zêde ya cebilxaneyê hene.
Her wiha, çend otomobîlên ku hatibû destnîşankirin ku endamên şaneyê bi pereyên ji revandinê bi dest xistine kirîne, hatin desteserkirin.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku di dema lêpirsînê de û piştî rûbirûkirina bi belgeyan, girtî li xwe mikur hatin ku bi alîkarîya hinek kesên revîyayî, 4 operasyonên revandinê li dijî xwedîyên şirket û kargehên bazirganî û pîşesazî pêk anîne.
Her wiha eşkere kirin ku wan fîdyeyên darayî ku bihayê wan 135 hezar dolarên Amerîkî derbas dike wergirtine; herî dawî jî ji bo berdana kesekî hatibû revandin, bi malbata wî re li ser 100 hezar dolarî bazar dikirin.