Şam – SANA
Wezareta Derve û Koçberan a Sûrîyê biryar da ku xwendekaran ji şertê amadebûna kesane yan jî nîşandana wekaletnameya qanûnî ji bo tesdîqkirina bawernameyan efû kir. Êdî her kes dikare daxwaza tesdîqkirinê pêşkêş bike, ev yek dem û westînê kêm dike û hêsankarîyê di gihîştina xizmetguzarîyê de çêdike.
Rêveberê Îdareya Konsulgerîyê li Wezareta Derve û Koçberan Mihemed Yeqûb El-Omer, duh Sêşemê ji SANAyê re dîyar kir ku ev biryar di çarçoveya arasteya wezaretê de ye ji bo pêşxistina karê konsulgerî û kêmkirina burokrasîyê, da ku karûbarên welatîyan hêsantir bibin û barê li ser wan sivik bibe.
El-Omer anî ziman ku ev gav bi rênimaya Wezîrê Derve û Koçberan hatîye avêtin, û pabendbûna wezaretê ji bo pêşkêşkirina “xizmetên konsulgerî yên nermtir û bi bandortir” nîşan dide. Her wiha da zanîn ku sepandina van rêkaran li hundirê Sûrîyê dest pê kiriye û dê di demeke nêz de li ser şandeyên li derve jî bên belavkirin.