Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: El-Şeybanî: Vekirina Balafirgeha Dêrezorê Girîngîya Başbûna Devera Rojhilat Nîşan Dide
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > El-Şeybanî: Vekirina Balafirgeha Dêrezorê Girîngîya Başbûna Devera Rojhilat Nîşan Dide

El-Şeybanî: Vekirina Balafirgeha Dêrezorê Girîngîya Başbûna Devera Rojhilat Nîşan Dide

Hat weşandin: 2026/08/06 12:49 PM
Hat nûkirin: 2026/08/06 12:49 PM

Dêrezor-SANA

Wezîrê Derve û Koçberan Es`ed Hesen El-Şeybanî tekez kir ku vekirina Balafirgeha Navdewletî ya Dêrezorê di çarçoveya plana niştimanî ya seranserî ya ji nû ve xebitandina balafirgehan de tê.

Wezîrê Derve û Koçberan da zanîn ku vekirina Balafirgeha Navdewletî ya Dêrezorê nîşana wê yekê ye ku başbûna navçeya rojhilat di rêça jinûveavakirinê de ku dewleta Sûrîyê dipejirîne xwedî pêşgavî ye û destnîşan jî kir ku başbûna Sûrîyê sergihayî nabe heta ku rojhilatê wê baş nebe.

Wezîr El-Şeybanî di gotinekê di dema merasîma vekirina balafirgehê de duh Çarşemê got: “Dêrezor dilê Sûrîyê ye, bûka Firatê û dergehê Cizîrê û xala girêdanê di navbera Şam û Welatê Herdu Rûbaran de ye”.

Wî bal kişand ser dewlemendîya wê ya çandinî û aborî ku bi dehsalan beşdarî xurtkirina ewlehîya aborî ya welat bûye, tevî wan hemû paşguhxistin û bêparkirinên ku parêzgehê dîtine.

Wî her wiha got: “Dem hatiye ku rûpela paşguhxistinê ku barekî giran li ser milê parêzgehê bû were girtin”.

El-Şeybanî dîyar kir ku Dêrezor stûneke bingehîn a şoreşa Sûrîyê bû, qurbanîyên mezin dan û rastî dorpêç, topbaran û koçberkirinê hat, lê tevî wê jî xelkê wê bi nasnameya xwe ya niştimanî ve girêdayî man.

Wezîr El-Şeybanî da zanîn ku başbûna herêma rojhilat û vegera wê ji bo gerandina rola xwe ya asayî, bingehek e ji bo rakirina Sûrîyê.

Wî tekez kir ku jinûveavakirina sazîyên giring rêçeke niştimanî ya giştî û piralî ye û yek ji karên herî li pêş ên dewletê ye, ev yek beşdarî xurtkirina yekparçeyîya xaka Sûrîyê û vegerandina rola sazîyên dewletê dibe, da ku qurbanîyên Sûrîyan bibin jîyaneke bi rûmet û domdar.

Wezîrê Derve destnîşan kir ku herêma rojhilat dê di nav pêşgavîyên geşepêdanê yên sereke de be. Wî dîyar kir ku destbikarbûna Balafirgeha Navdewletî ya Dêrezorê, piştî ji nû ve xebitandina balafirgehên Şam û Helebê, serkeftina plana niştimanî ya ji bo nûjenkirina balafirgehên Sûrîyê raber dike.

Di dawîyê de, Wezîrê Derve û Koçberan Es`ed Hesen El-Şeybanî careke din piştrast kir ku Dêrezor û hemû parêzgehên herêma rojhilat dê di rêza pêşîn a pêşgavîyên dewleta Sûrîyê de bin.

Navborî spasîya hemû alîyên ku keda wan di nûjenkirina balafirgehê de hebû kir û hêvî xwest ku ev vekirin bibe destpêkeke nû ji bo geşepêdan û avakirina li parêzgehê û li tevahîya Sûrîyê.

Sendîkaya Endezyarên Sûrîyê Dest bi Cîbicîkirina Bernameya Karkirina Endezyarên Petrolê Dike
​Gotûbêjên Sûrî-Tirkî Derbarê Penaberan, Jinûveavakirin û Hevkarîya Aborî
​Lêpirsîn Berpirsyarîya Şaneya Terorîst di Teqîna li Nêzî Wezareta Parastinê Piştrast Dikin
Sûrîye li Pêşberî Şanda 23 Dewletan Tekezîyê li ser Jinûveavakirinê Dike
Wezîrê Parastinê: Rêkarên Leşkerkirinê li Herêma Rojhilat Dest pê kirin
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Balafirgeha Navdewletî ya DêrezorêEs`ed Hesen El-ŞeybanîHêlên Esmanî yên SûrîyêHerêma RojhilatWezîrê Derve yê Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

​Sûrîye Beşdarî Konferansa Ajansa Enerjîya Atomî Dibe

September 15, 2026

​Planên Pêşwext li Hesekê ji bo Kêmkirina Metirsîyên Lehîyan di Zivistana Bê de

September 15, 2026

Gotûbêjên Sûrî-Libnanî ji bo Çalakirina Rêyên Trrênê di navbera Her Du Welatan de

September 15, 2026

Grossi: Bi Saya Hevkarî û Zelalîya Sûrîyê Me Pêşketineke Dîrokî Bi Dest Xist

September 15, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?