Şam-SANA
Wezareta Navxwe ya Sûrîyê piştrast kir ku lêpirsînên berdewam ên ligel endamên şaneya terorîst a ku vê dawîyê hatiye girtin û ravekirina belgeyên teknîkî û hevberkirina daneyên ewlehîyê, bûne sedema piştrastbûna berpirsyarîya şaneyê di wê teqîna ku di meha Gulana borî de li nêzî avahîyeke ser bi Wezareta Parastinê ve li Şama paytext rû dabû.
Wezaretê di daxuyanîyekê de ku îro Şemîyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê weşandiye, ragihand: Şane di dema lêpirsînan de bi pêkanîna çalakîyê mikur hatiye, ew jî ji bo armancgirtina sazîyên giştî, têkdana ewlehî û aramîyê, û belavkirina alozîyê di nav welatîyan de.
Wezaretê di berdewamîya axaftina xwe de got: Lêpirsîn hîn berdewam in ji bo eşkerekirina hemû kesên ku destê wan û hevkarên ligel şaneyê tê de heye, û wergirtina rêkarên qanûnî yên pêwîst derheqê wan.