Şam-SANA
Hêzên Ewlekarya Hundirîn ên ser bi Wezareta Hundir ve, bi hevkarî û hevahengîya Dezgeha Hewalgirîya Giştî, kesê bi navê Hisên Ebdilqadir El-Ehmed ku wek “Hîho” tê naskirin, piştî şopandina wî li ser sînorê Sûrîye û Libnanê girtin.
Girtina kesê bi navê “Hîho” li ser tawanên sivkatîkirina bi dewletê û sembolên wê, û bi qestî tevdana hestên Sûrîyan pêk hat.
Girtî dê ji bo wergirtina rêkarên yasayî derbarê wî de, ji dadgeha peywendîdar re were şandin.
Kesê bi navê “Hîho” di dema borî de, bi rêya torên civakî hinek vîdyo û post belav kiribûn ku tê de sivkatî bi dewletê û sembolên wê hatibû kirin.
Her wiha wan weşanan naverokên sorker û provokatîf dihewandin ku bibûn sedema nerazîbûneke berfireh û dilgiranîyeke mezin di nav Sûrîyan de.