Şam û Gundewarên wê-SANA
Tîmên Parastina Sivîl a Sûrî agirekî ku di kargeheke terzîtîyê de li ser rêy Şam–Derayê, li paş “Town Center” derketibû vemirandin, û 4 kesên ku di avahîyê de bûn rizgar kirin. Her wiha berî ku wan ji bo dermankirinê veguhêzin nexweşxaneyan, tîman alîkarîyên seretayî li cihê bûyerê ji wan re pêşkêş kirin.
Parastina Sivîl bi rêya kanala xwe ya Telegramê, îro Dûşemê dîyar kir ku dema tîmên wê agahî wergirtin yekser bersiv dan û berê xwe dane cihê êgir; li wir agir dorpêç û kontrol kirin û rê li berferehbûna wî girtin. Cih sar û kontrol kirin, her weha ewlehîya wî piştrast kirin.
Her wisa Parastina Sivîl li dawîyê bal kişand ser wê yekê ku di operasyonên vemirandinê de 8 tîmên agirkujîyê ji Rêveberîyên Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li her du parêzgehên Şamê û Gundewarê wê de beşdar bûn.


