Şam-SANA
Wezîrê Ragihandinê Xalid Ze’rûr, tekez kir ku salvegera komkujîya kîmyewî ya ku ji hêla rejîma hilweşyayî ve li Xûtaya Şamê hatibû pêkanîn, Sûrîyan dixe ber berpirsyarîyeke dîrokî û mirovî ji bo peyketin û sizadana tawanbaran, û avakirina Sûrîya nû li ser nirxên edalet, azadî û parastina rûmeta mirovan di bin sîwana yasayê de.
Wezîr di nivîsekê de li ser platforma Xê îro Înê got: “Wek îro berî 13 salan, yek ji tawanên herî hovane yên rejîma têkçûyî dermafê Sûrîyan de pêk hatiye, bi armancgirtina her du Xûtayên Şamê bi çekên kîmyewî yên ku li ser asta navneteweyî qedexe ne; ev yek bû egera şehîdbûna zêdetirî 1100 kesî, ku di nav wan de zêdetirî 100 zarokî hebûn, ji bilî nêzîkî 6000 birîndaran.”
Wî weha jî got: “Bîranîneke giran e bi her Sûrîyekî, û şeveke xeniqandinê bû ku niştecîhên her du Xûtayan tê de jîyabûn. Ew şev wekî şahidekî zindî li ser tawankarîya hovane ya rejîma berê li dijî Sûrîyan di heyama çardeh salan de dimîne.”
Wezîrê Ragihandinê tekez kir ku qurbanîyên gelê Sûrîyê, her çend wekî delîlekî zindî li ser hovîtîya serdema zordarî û tawankarîyê dimînin jî, her kesî dixin ber berpirsyarîyeke dîrokî û mirovî ji bo peyketin û hesabxwestina ji tawanbaran, û avakirina Sûrîya nû li ser nirxên edalet, azadî û parastina rûmeta mirov di bin sîwana yasayê de.