Şam-SANA
Duh yekşemê danê êvarê, agirekî biçûk li yek ji holên Mizgefta Umewî ya Şamê derket, ku bi sedema çirûskeke elektrîkê ya kabloyeke kevn rû dabû. Di encamê de agir bi çirayeke kevn (projektoreke gazî) li nêzî derîyê mizgeftê ket.
Rêveberê Mizgefta Benî Umeye ya Mezin, Mehmûd Zêdan, di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê ragihand ku tîmên Parastina Sivîl yekser piştî ku gihîştin cihê bûyerê, agir bi temamî kontrol kir, bêyî ku ti zirarên madî bigihîje avahîya mizgeftê yan kelûpelên wê.
Zêdan dîyar kir ku destwerdana lezgîn rê li ber belavbûna agir ber bi beşên din ên vê şûwara dîrokî ve girt, û spasîya tîmên Parastina Sivîl li ser bersivdana wan a yekser kir.
Navborî her wiha amaje bi wê yekê kir ku mizgeft bi awayekî berdewam pêşwazîya nimêjker û mêhvanan dike, û bal kişand ser wê yekê ku kar ji bo kontrolkirina hemû kablo û xetên elektrîkê yên di mizgeftê de berdewam e, da ku bûyerên awarte yên mîna vê careke din rû nedin.



