Şam-SANA
Desteya Niştimanî ya Xizmetguzarîyên Teknolojîya Zanyarîyê ragihand ku Navenda Ewlehîya Zanyarîyê ya Niştimanî di meha Tîrmeha borî de zêdetirî 3.6 mîlyon êrîşên sîberî asten kirine.
Ev yek jî di çarçoveya hewldanên xwe yên berdewam de ji bo parastina binesazîya dîjîtal û xurtkirina ewlehîya sîberî tê.
Desteyê îro Şemîyê bi rêya rûpela xwe ya li ser Facebookê dîyar kir ku navendê zêdetirî 12 hezar û 500 çavkanîyên wan êrîşan destnîşan û pçûn kirine. Her wisa tekez kir ku kadroyên wê berdewam in di xebata xwe de ji bo misogerkirina aramîya toran, parastina daneyên niştimanî û xurtkirina pêbawerîya xizmetguzarîyên elektronî.
Desteyê li dawîyê jî anî ziman ku ev hewldan di çarçoveya şopandina berdewam a ji bo gefên sîberî tên, ligel wergirtina rêkarên pêwîst ji bo rûbirûbûna wan, bi awayekî ku beşdarî xurtkirina ewlehîya qada dîjîtal û parastina sîstem û xizmetguzarîyên elektronî bibe.