Şam-SANA
Sazîya Giştî ya Jeolojî û Çavkanîyên Madenî li Sûrîyê li ser nûkirina lêkolînên jeolojîk û danasîna “qûma sîlîkayê” ya xam dixebite, bi armanca xurtkirina hilberîna navxweyî, zêdekirina hinardeyan, kişandina veberhênanan û peydakirina derfetên kar ên nû.
Ev qûma xam wekî yek ji samanên madenî yên herî girîng li Sûrîyê tê hesibandin.
Cîgirê Rêveberê Giştî yê Sazîyê Emar El-Nasir di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê tekez kir ku mebesta nûkirina lêkolînên jeolojîk ew e ku yedeka vê qûmê li seranserî erdnîgarîya Sûrîyê dîyar bike, nexasim li Gundewarê Şamê, Hims û Dêrezorê, her wiha ji bo rêzbendkirina kalîteya wê û danasîna wê.
El-Nasir bal kişand ser hebûna gelek pêşnîyaran ji bo veberhênana qûma sîlîkayê bi mebesta avakirina pîşesazîyên veguherîner, bi taybetî “mîkrosîlîka” û sîlîkatên xwerû.
Sazîyê ev pêşnîyar lêkolîn kirine û nirxandine, ligel îmzekirina du memorandumên lihevkirinê bi şirketa “Watad Gulf”ê ya Siûdî re ji bo hilberîna mîkrosîlîkayê û şirketa “Syria Silicon”ê ji bo hilberîna sîlîkaya pir xwerû ku di pîşesazîya panelên enerjîya rojê û çîpên elektronîk de tê bikaranîn.


