Parêzgeh-SANA
Tîmên Parastina Sivîl ên ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Rêvebirina Karesatan ve, di nava 24 saetên dawî de li çend parêzgehan, bersiva 7 bûyerên trafîkê dan. Di encama van bûyeran de 2 kesan jîyana xwe ji dest da û 11 sivîl jî bi birînên cuda birîndar bûn.
Tîman li cihên bûyeran çareserîya bijîşkî ya destpêkî dan birîndaran berî ku wan veguhêzin nexweşxaneyan. Her wiha cenazeyên her du kesên jîyana xwe ji dest dabûn, radestî bijîşkîya dadwerî hatin kirin, da ku li gorî rêbazên fermî radestî malbatên wan bibin.
Di heman demê de, tîman li seranserî Sûrîyê 36 şewat vemirandine; 17 ji wan şewatan di mal û dikanan de bûn û 19 şewatên din jî bi awayên cuda bûn. Di encama van şewatan de 9 sivîl birîndar bûn. Ji bo 8 birîndaran li cihên bûyeran çareserîya bijîşkî ya destpêkî hat pêşkêşkirin û birîndarek jî birin Nexweşxaneya Niştimanî ya Tertûsê.