Şam-SANA
Rêveberîya Polîsên Gumrikê li Rêveberîya Giştî ya Gumrikan operasyoneke taybet encam da. Di encama operasyonê de, toreke qaçaxçîtîyê hat girtin.
Vê torê karwanên tranzîtê yên ku di xaka Sûrîyê re derbas dibin bi kar anîbûn da ku kelûpelên ji alîyê aborî ve qedexekirî û li dijî yasayê derbas bikin.
Ev operasyon di çarçoveya hewldanên berdewam ên Rêveberîya Giştî ya Gumrikê ji bo têkoşîna li dijî qaçaxçîtîyê û parastina aborîya niştimanî de pêk hat.
Îro Şemîyê, Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan bi rêya kanala xwe ya Telegramê eşkere kir ku ev operasyon piştî şopandin û çavdêrîyeke hûrbîn pêk hat. Bi vî rengî, Rêveberîya Giştî ya Gumrikan karî şêwazê karê vê torê nas bike û liv û tevgerên wê dîyar bike.
Planeke operasyonî ya hûrbîn ji hêla Rêveberîyê ve hat danîn ku tê de çavdêrîya barên gumanbar hat kirin û rê hat dayîn ku bar di bin çavdêrîya gumrikê de rêya xwe bidomînin, bi armanca gihîştina embar û cihên dawî yên kelûpelan.
Ev yek ji bo naskirina hemû alîyên têkildar û hilweşandina tevahî ya torê hat kirin, ne tenê desteserkirina baran di dema derbasbûnê de.
Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan di dawîya daxuyanîya xwe de jî got: “Piştî temamkirina hemû xalên planê û wergirtina moleta pêwîst ji Dozgerê Giştî, hêzên destwerdana lezgîn ên girêdayî Rêveberîya Polîsên Gumrikê demjimêr 3:00ê berbangê bi ser embar û cihên dîyarkirî de girtin. Di encamê de kelûpel hatin desteserkirin û li gorî yasaya gumrikê û pergalên berkar, rêkarên yasayî yên pêwîst li dijî kesên têkildar hatin wergirtin”.