Şam-SANA
Wezareta Karûbarên Civakî û Kar, îro Yekşemê, di çarçoveya çalakîyên gera 63emîn a Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê de, beşek ji bo govenda Kurdî veqetand, ku tê de Koma “Welat” tabloyên cihêreng ên folklor û kelepûra Kurdî ji bo serlêderên pêşan dan.
Pêşangeh Qadek e ji bo Danasîna Cihêrengîya Çandî û Mîrasî
Wezîra Karûbarên Civakî û Kar Hind Qebewat, di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihana SANAyê tekez kir ku wezaretê giringî daye ku çalakîyên wê di pêşangehê de bibin qadek ji bo danasîna cihêrengîya çandî û mîrasî ya ku Sûrîye pê tê nasîn. Dîyar jî kir ku bernameya wezaretê beşdarîya komên ji deverên cuda cuda li xwe digire, yên ku rojane nimûneyan ji çand û mîrasa xwe pêşkêş dikin.
Qebewat destnîşan kir ku ev çalakî di xurtkirina hevnasîna di navbera gelên civaka Sûrîyê de û danasîna mîrata çandî ya deverên cihêreng de dibin alîkar, bi awayekî ku dewlemendî û cihêrengîya nasnameya çandî ya Sûrîyê nîşan dide.

Mîras û Folklora Kurdî
Mihemed Nûr Hoban, ku endamekî Koma “Welat” e, got ku kom ji bo beşdarîya di çalakîyên pêşangehê de ji Qamişlo hatiye, bi beşdarîya derdora 15 keç û xortan, da ku pêşandaneke ku alîyekî ji mîras û folklora Kurdî şênber dike pêşkêş bikin.

Hoban bal kişand ser wê yekê ku armanca beşdarîya wan ew e ku govenda Kurdî bi cewmaweran bide nasîn û peyamekê derbarê cihêrengîya çandî û pêkvejîyana di navbera gelên civaka Sûrîyê de bigihîne.