Şam-SANA
Wezareta Geştyarîyê sepana “My Syria” da destpêkirin, ku xizmetguzarîyên dîjîtal ên hevgirtî di warên geştyarî, mêvandarî û şêwaza jîyanê de peyda dike.
Ev yek di çalakîyekê de ku li Otêla Heft Dergehan li Şamê hat lidarxistin pêk hat.
Wezîrê Geştyarîyê Mazin El-Salhanî, Wezîrê Peywendî û Teknolojîya Zanyarîyan Ebdilselam Heykel, Rêveberê Giştî yê Desteya Veberhênanê ya Sûrîyê Telal El-Hîlalî û Serokê Yekîtîya Odeyên Geştyarîyê Murhef Nezehe di çalakîyê de amade bûn.
Sepana ku ji alîyê şirketa “121 Living” a Îmaratî ve ji bo pêşvebirina milk û avahîyan hatiye sêwirandin, derfetê dide ku peredana dîjîtal a derveyî sînor bi rêya xizmetguzarîyên “Apple Pay” û “Google Pay” û kartên peredanê yên navneteweyî yên sereke were kirin.
Ev yek rê dide geştyarên ku ji derve tên ku rêbazên peredanê yên li welatên wan têne bikaranîn bi kar bînin.
Her wiha ev sepan derfetên dorfirehtir dide kompanyên navxweyî da ku bigihîjin beşên nû yên kiryaran û beşdarbûna wan di aborîya dîjîtal de li Sûrîyê xurtir bike.










