Şam – SANA
Rêveberîya li dijî Madeyên Hişbir di çarçoveya operasyoneke ewlehîyê de ku armanca wê kêmkirina belavbûna madeyên kîmyewî û parastina ewlehîya civakê bû, dest danî ser depoyeke mezin ku tibabên mezin yên madeyên kîmyewî yên sereke yên di hilberîna madeyên hişbir de têne bikaranîn tê de hebûn.
Sazîyên ewlehîyê gumanbarên bi navên (M.E), (M.H) û (E.E) girtin û dest danîn ser 160 bermîlên bi giranîya 15,840 tonan û 320 sindoqên ku 1,280 şûşeyên şilek tê de bûn; di heman demê de Wezareta Navxwe tekez kir ku ew ê şopandina hemû kesên ku têkelî dozên madeyên hişbir bûne berdewam bikin.
Ev desteserkirin piştî wê yekê tê ku Wezareta Navxwe ya Sûrîyê Şemîya borî ragihandibû ku wan li gundewarê Şamê operasyonên ewlehîyê pêk anîne, ku di encamê de xelekeke navneteweyî ya qaçaxçîtîyê hatiye têkbirin û navendên hilberîn û belavkirinê hatine eşkerekirin, ev jî ji bo xurtkirina têkoşîna li dijî tawanên rêxistinkirî ye.








