Reqa-SANA
Şaxê Nehiştina Madeyên Hişbir li Reqayê bi hevkarîya ligel Hêzên Ewlehîya Hundirîn, kemîneke tekûz pêk anî, ku di encamê de kesê bi navê (S. Ş.) hat girtin.
Îro Pêncşemê, Rêveberîya Nehiştina Madeyên Hişbir, dîyar kir ku li cem vî kesî tibabeke mezin a madeyên hişbir ku bi 27,200 hebên ji cureyê “Zirlam”ê tê texmînkirin, hat desteserkirin.

Rêveberîyê destnîşan kir ku hemû made bi temamî hatin desteserkirin, û kesê girtî jî ji bo wergirtina rêkarên yasayî yên pêwîst radestî dadgeha pispor hat kirin.



