Şam-SANA
Telekoma Sûrîyê ragihand ku xizmetên pêwendîyê yên telefonên malan ji bo xetên ku ji ber nedana fatoreyan hatibûn girtin, bo dema mehekê vedike. Ev biryar ji bo misogerkirina berdewamîya xizmetên pêwendîyê yên bingehîn ji bo welatîyan di dema guhertina dirav û nûkirina sîstema fatoreyan de hat dayîn.
Kompanyê dîyar kir ku ev tedbîr wekî çareserîyeke demkî û awarte ne, ku ji ber pêdivîyên nûkirina sîstema dravdana elektronîk hatine sepandin da ku bi Lîreya Sûrî ya nû re were guncandin.
Kompanyê bang li hemû aboneyan kir ku fatûreyên xwe di demên dîyarkirî de bidin, da ku piştî bidawîbûna dema çalakkirina demkî, careke din ji ber sedemên darayî xetên wan ranewestin.