Hema-SANA
Rêveberîya Ewqafê li Hemayê duh Înê bi hevkarîya Komeleya Mirovî ya Biratîyê, mizgefta Mihemed Nesir Hesen Nesir li bajarê Kefer Zêtayê li gundewarê bakurê Hemayê, piştî bidawîbûna karên nûjenkirina wê, vekir.
Şênîyên bajêr piştî guhdarîkirina gotara Şêx Muaz Reyhan, Rêveberê Ewqafa Hemayê, ku li ser girîngîya mizgeftan û rola wan a olî ya amojgarîyê xasma piştî rizgarkirinê rawestîya, yekemîn nimêja Înê di mizgeftê de kirin.
Ji alîyê xwe ve, lêkolîner û bangewaz Dr. Ebdulmun’im Zênedîn di axaftina xwe ya vekirinê de behsa avakirina mirov ji alîyê exlaqî, olî û zanistî ve kir, bi awayekî ku beşdarîyê di avakirina welat û pêşketina wî de di hemû waran de bike.
Serokê Beşa Ewqafê li bajarê Soranê Şêx Mihemed Derwîş, Rêveberê Komeleya Biratîyê Mihemed El-Seyid Îsmaîl û kesayetên kargerî û civakî beşdarî vekirina mizgeftê bûn.


