Şam-SANA
Rêveberê Giştî yê Sazîya Sûrîyê ya Dexlûdan Hesen El-Osman tekez kir ku Sazîyê şîyana xwe ya embarkirinê bilind kiriye û ji bo werzê îsal zêdetirî 2 milyon û 400 hezar ton genim wergirtiye.
Ev yek piştî cîbicîkirina planeke giştî tê ku nûjenkirina sîloyan, sîloyên biçûk û embaran, berfirehkirina navendên wergirtinê û pêşkêşkirina hêsankarîyan ji bo cotkaran li xwe digire, bi mebesta xurtkirina stoka stratejîk û dabînkirina ewlehîya xwarinê.
El-Osman di daxuyanîyeke rojnamevanî de îro Sêşemê dîyar kir ku Sazîyê hewlên mezin dane ji bo amadekarî û wergirtina berhema genim a sala 2026an, tevî mercên dijwar û xirabûna dezgehên wê ku ji ber paşguhkirina rejîma berê di vê sektora girîng de pêk hatibû.
Navborî da zanîn ku wan kariye şîyana embarkirinê bilind bikin da ku wan hemû tibabên ku hatine wergirtin bihewînin, ku heta niha gihîştiye zêdetirî du milyon û çar sed hezar tonan.
Rêveberê Giştî yê Sazîya Sûrîyê ya Dexlûdan Hesen El-Osman her wiha anî ziman ku Sazîyê 84 navendên wergirtina genim li 11 parêzgehan amade kirine da ku qelebalixa di dema wergirtinê de kêm bibe.
Her wiha hinek rêkarên lezgîn hatine wergirtin, xasma li parêzgehên Reqa û Hesekê, bi rêya avakirina navendên embarkirinê li qadên vekirî û embarên berdest, û piştre veguhastina wan tibaban ji bo sîlo û aşên heyî.