Şam-SANA
Navenda Ewlehîya Zanyarîyan a Desteya Niştimanî ya Xizmetguzarîyên Teknolojîya Zanyarîyan, li dijî belgeyeke sexte ya ku li ser platformên medyaya civakî tê belavkirin, hişyarî da. Di belgeya navborî de tê îdiakirin ku biryarnameyeke serokatîyê ji bo dayîna alîkarîyên zivistanê bo malbatên Sûrî derketiye û ji bo tomarkirinê lînkek û kodeke QR tê de cih digirin.
Navendê, li gorî tiştê ku Desteyê îro Çarşemê li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye, zelal kir ku ew lînk ne cihê bawerîyê ye û dibe ku ji bo nêçîra elektronîk û dizîna daneyên kesane û bankî bê bikaranîn.
Navendê bang li welatîyan kir ku lînkê venekin, kodê skan nekin (seh nekin) û daneyên xwe nexin nav rûpelên ku jêdera wan nedîyar e; her wiha xwe ji belavkirina vê belgeyê wekî daxuyanîyeke fermî dûr bigirin.
Navendê her wiha dîyar kir ku ji bo piştrastbûna ji her biryarname yan bexşekê, divê tenê serî li malper û kanalên fermî yên dewletê bê dayîn; lewra hebûna logoyeke fermî li ser belgeyê nayê wateya rastbûna wê, û piştrastbûna ji jêderê jî, daneyên we ji sextekarîya elektronîk diparêze.