Şam – SANA
Çalakîyên yekemîn pêşbirka avakirinê ya niştimanî li Sûrîyê “Syria Build Week”, duh Pêncşemê bi dawî hatin. Pêşbirk, ji alîyê rêxistina “Startup Grind Damascus” ve û bi hevkarîya ligel Şirketa “Replit”ê ya Cîhanî ya Pêşxistina Softwêran, li navenda “Tech Town”ê li devera Kefer Sûsê li Şamê, hatibû organîzekirin.
Di pêşbirkê de 12 proje beşdar bûn û li seranserî pênc rojan hevrikî kirin; ew jî ji bo veguherandina ramanên dahêneran bo çareserîyan ji pirsgirêk û pêdivîyên bazara Sûrîyê re, bi rêya nimûneyên destpêkî yên bicîhanînbar û bi bikaranîna amûrên zîrekîya destkird.
Xwedîyên ramanan ji zêdetirî heft parêzgehên Sûrîyê beşdarî çalakîyê bûn, û projeyên cihêreng di qadên teknolojî, xizmetguzarî, tenduristî, geştyarî, bazarganîya elektronîk, çareserîyên qanûnî, parastina zarokan û hwd de, pêșkêșî komîteyeka nirxandinê kirin ku li gorî pîvanên dîyarkirî proje nirxandin.






