Şam-SANA
Dadgeha Destûrî ya Bilind civîna xwe ya yekem li navenda xwe ya li Şamê, bi serokatîya Dr. Îsam El-Xilîf û bi amadebûna hemû endamên ku bi rêya mersûma serokatîyê ya hejmar (149) a sala 2026an hatine erkdarkirin, li dar xist.
Ev civîn, bi taybetî ji bo gotubêjkirina projeya qanûna birêvebirina karê dadgehê û erkên wê hate pêkanîn, wekî amadekarîyekê ji bo dariştina wê ya dawî û şandina wê bo sazîyên peywendîdar.