Şam-SANA
Desteya Plandanîn û Amarê ligel Rêxistina Kar a Navneteweyî memorandûmeke têgihiştinê ji bo bicihanîna projeya “Rapirsîya Niştimanî ya Hêza Kar” îmze kir. Ev yek li kêleka xebatên roja duyem a Komxebata Şêwirê ya Niştimanî ji bo bicihanîna “Bernameya Niştimanî ya Karên Giştî li Sûrîyê” hat ku ji alîyê Sindoqa Geşepêdanê ya Sûrîyê ve hatibû sazkirin.
Komxebata Şêwirê li hotêla Dama Rose ya Şamê çalakîyên xwe di roja duyemîn de berdewam dike, bi amadebûna hejmarek wezîr û nûnerên rêxistinên navneteweyî yên ku li Sûrîyê kar dikin.