Şam – SANA
Mehmûd Fedîle, Rêveberê Giştî yê Kompanya Pîşesazî û Kirrînûfirotina Çîmentoyê û Materyalên Avahîsazîyê (Omran), tekez kir ku hawirdekirina maddeya “Klînker”ê bi şêwazekî qonax bi qonax û plankirî tê kirin, da ku berdewamîya hilberîna çîmentoyê di kargehan de bê misogerkirin. Ev yek li gorî nirxandinên hûrbîn ji hewcedarîya bazara navxweyî û şîyana hilberînê tê kirin.
Fedîle di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku peymanên taybet bi hawirdekirina Klînkerê, beşdarîyê di piştgirîya pîşesazîya niştimanî de dike. Ev yek bi rêya xurtkirina aramîya hilberînê, dagirtina valahîya di navbera daxwazê û hebûna çîmento li bazarê û piştgirîya projeyên avahîsazîyê û nûavakirina welat, pêk tê.
Her wiha, ev pêngav derfetê dide kargehan ku şîyanên xwe yên xebatê bi rêya hêrandina Klînkerê bi awayekî xwecihî bi kar bînin, heta ku bernameyên nûjenkirin û amadekirina kargehan bi dawî dibe, û ev yek dibe sedema zêdebûna hilberînê, hevsengîya bazarê û aramîya bihayên çîmentoyê.