Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Wezareta Navxweyî Hûrgilîyên Teqîna Dêra Mar Îlyas û Armancgirtina Seyde Zeynebê Eşkere Dike
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > Wezareta Navxweyî Hûrgilîyên Teqîna Dêra Mar Îlyas û Armancgirtina Seyde Zeynebê Eşkere Dike

Wezareta Navxweyî Hûrgilîyên Teqîna Dêra Mar Îlyas û Armancgirtina Seyde Zeynebê Eşkere Dike

Hat weşandin: 2026/07/16 11:29 AM
Hat nûkirin: 2026/07/16 11:29 AM

Şam – SANA

Duh Çarşemê, Wezareta Navxweyî hûrgilîyên tawana teqîna terorîst a ku ji alîyê rêxistina DAIŞê ve hatibû encamdan û Dêra Mar Îlyas li taxa El-Diwêl’e ya Şamê di 22ê Hezîrana 2025an de kiribû armanc, eşkere kirin. 

Her wiha planeke hevdem ji bo armancgirtina mezargeha Seyîde Zeynebê hat eşkerekirin. Wezaretê tekez kir ku armanc lêdana tevna civakî û sorkirina raya giştî li dijî Dewleta Sûrîyê ya Nû bû.

Cîgirê Wezîrê Navxweyî Lîwa Ebdilqadir Tehan di vîdyoyekê de ku ji alîyê wezaretê ve hat weşandin got: “DAIŞê heyama yekem a rizgarkirina Sûrîyê, hilweşîna pergalên ewlehî û leşkerî û nebûna tevahî ya hêzên ewlehîyê bi kar anî”. 

Cîgirê Wezîrê Navxweyî axaftina xwe wiha domand: “Rêxistina DAIŞê ji çoltera Sûrîyê ber bi parêzgeh û kûrahîya Sûrîyê ve tev gerîya, ligel destdanîna ser hin embar û cebilxaneyên çek û teqemenîyan û ev yek bû sedem ku di destpêka qonaxa rizgarkirinê de hin operasyonan pêk bîne”.

Tehan dîyar kir ku berîya rizgarkirinê, rêxistina DAIŞê hêzên şoreş û opozîsyonê dikirin armanc, û di navçeyên ku berê hatibûn rizgarkirin de tu operasyon li dijî pêkhateyên olî nehatibûn tomarkirin. Wî destnîşan kir ku ji sedî 99ê operasyonên wan li dijî hêzên şoreşê bûn.

Wî anî ziman ku stratejîya DAIŞê piştî rizgarkirina Sûrîyê guherî; piştî ku komên leşkerî beşdarî Wezareta Parastinê bûn û pergalên ewlehî û leşkerî hatin avakirin, rêxistina DAIŞê berê xwe da armancgirtina pêkhateyên din ên civaka Sûrîyê. 

Lîwa Ebdilqadir Tehan bal kişand ser armancgirtina Şîeyan li mezargeha Seyîde Zeynebê û Mesîhîyan li hin deveran, di nav de Dêra Mar Îlyas li Şamê.

Tehan piştrast kir ku armanca sereke ya van operasyonên DAIŞê sorkirina gelê Sûrîyê li dijî dewleta nû ya Sûrîyê bû.

Mekanîzmayên karkirina DAIŞê û planên wê yên terorîstî

Di mikurhatinên xwe de, terorîstekî got ku rêxistinê piştî hilweşîna rejîmê dest bi veguhestina ji çolterê ber bi bajarên Sûrîyê ve kir da ku rêzên xwe ji nû ve rêk bike û şaneyên belavbûyî di nav parêzgehan de ava bike, bi armanca hêsankirina tevgerê û xweveşartina di nav xelkê de.

Dewlet hemû welatîyên xwe diparêze

Ji alîyê xwe ve, efserekî Rêveberîya Têkoşîna Dijî Terorê daxuyand ku stratejîya rêxistinê li ser armancgirtina cihên peristinê yên ku taybetmendîya wan li cem pêkhateyên gelê Sûrîyê heye ava bûbû, bi armanca çêkirina dubendîyê di navbera van pêkhateyan de û qelskirina dewleta nû.

Daxwaza dadperwerîyê û redkirina fîtneyê

Di şahidîyên rizgarbûyî û malbatên qurbanîyan de, Mary Berhûm got ku piştî teqînê ew ket hundirê kenîseyê û xwîn li ser pêlikan dît, bêhna barût û lastîka şewitî kir û piştrast kir ku ew ji dîmenê şok û mat bûye.

Li dawîyê jî xizm û malbatên qurbanîyan daxwaza dadperwerîyê kirin û tekez kirin ku Sûrî bi hev re jîyane û hewldanên çêkirina fitne û dubendîyê dê bi ser nekevin û pûç bibin.

Yekîtîya Cotkaran û Sazîya Dexlûdan Rêkxistina Demsala Dexlûdanê Dinirxînin
De Croo ji SANAyê re: Sûrîye di Kêlîyeke Çarenivîssaz de ye
Zêdetirî 100 Tîmên Hawarçûnê ji bo Rûbirûbûna Keșûhewaya Dijwar di Amadebaşîya Tam de ne
Di Serdema Rejîma Têkçûyî de Binpêkirinên Gumrikê di Hawirdekieina Hesin de Sala 2016an Gihişt 16 Milyon Dolarî 
Di 24 Demjimêrên Borî de li Sûrîyê ji ber Bûyerên Trafîkê û Şewatan 26 Kes Birîndar bûn
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Dêra Mar ÎlyasWezareta Navxwe ya Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Wezîrê Niştecîkirinê ligel Şandeyeke Aborî ya Amerîkî Derfetên Hevkarî û Veberanînê Gotûbêj Dike

September 15, 2026

Yekîtîya Odeyên Bazirganî yên Sûrîyê Desteya Çareserkirina Nakokîyan Ava Dike

September 15, 2026

Wezareta Derve ligel Komeleya Sûrî li Brîtanyayê Xurtkirina Pêwendîyan Gotûbêj Dike

September 15, 2026

​Nanpêjgeha Til Hemîsê ya li Gundewarê Hesekê piştî Nûjenkirinê Dikeve Xizmetê

September 15, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?