Şam – SANA
Hêzên Ewlekarîya Navxwe sê birayên hev ên revyayî ji ber ku komkujîyeke li dijî sivîlên bêçek di dema desthilata rêjîma berê de pêk anîne, girtin; ew jî: Ekrem Şemme, Ferzat Şemme û Xîyas Şemme ne.
Hêzên Ewlekarîyê di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê, zelal kir ku vekolînên bi delîl û dîmenên pêkanîna tawanê piştrastkirî ne, beşdarîya wan kesên binçavkirî di girtin û kuştina 15 sivîlan di heyama şoreşa Sûrîyê de nîşan dan.
Kesên girtî bi berpirsîyarîya xwe ya rasterast di ber parçevîdyoya ku tawan belge kiriye de mukur hatin, ku tê de qurbanî destgirêdayî û çavpêçayî dihatin dîtin, piştî ku di bin gefa çekan de hatibûn neçarkirin sloganên ku pesnê rêjîma berê didin bêjin, berî ku bi awayekî komî gulebaran bibin û hemû bên kuştin.
Dosyayên qanûnî yên pêwîst dermafê girtîyan hatin amadekirin, û rêkarên birêkûpêk hatin temamkirin, da ku bo dadgeha peywendîdar bên şandin û rêkarên qanûnî yên pêwîst derheqê wan bêne cîbicîkirin.
Ev gav di çarçoveya hewldanên berdewam ên Wezareta Navxwe de tê, ji bo peyketina kesên beşdarî di encamdana tawanên şer û binpêkirinan li dijî gelê Sûrîyê de kirine, bo tekezkirina li ser prensîba rizgarnebûna ji cezayê, xurtkirina rêya dadwerîya veguhêz û misogerkirina mafên qurbanîyan û malbatên wan.