Hims-SANA
Tîmên teknîkî yên pispor ên ser bi Desteya Enerjîya Atomî ya Sûrîyê ve, karên parastin û veguhestina qutîyeke zirxî ya kevn û rizîyayî ku madeyên tîşkdar tê de bûn û li kêleka taxa El-We’rê ya bajarê Himsê hatibû dîtin, bi dawî kirin.
Ev wekî tekezîyekê li ser pabendbûna bi pîvanên silametîya tîşkdarîyê û ewlehîya atomî hat kirin. Desteyê dîyar kir ku tu rijandina radyasyonê ya bilind nehatiye tomarkirin û tu metirsî yan gefeke radyasyonê li ser tendurustîya giştî yan jîngehê nîne.
Îro Pêncşemê, Desteyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku ev bersivdan piştî wergirtina agahîyeke fermî ji Wezareta Rewşên Awarte û Rêveberîya Karesatan hat ku tê de behsa dîtina tiştekî nenas li devera navborî hatibû kirin ku nîşanên hişyarîyê yên tîşkdarîyê li ser bûn.
Desteyê eşkere kir ku tîmên wê li gorî protokolên navdewletî yên Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomî (IAEA) derbarê bersivdana rewşên awarte yên tîşkdar û serederîya bi jêderên tîşkdar ên hatine piştguhkirin ber bi cihê dîyarkirî ve çûn.
Bi hevkarîya Berevanîya Sivîl a Sûrîyê tixûbekî ewlehîyê hat danîn û dest bi karên pîvan û ravekirina dozên tîşkdar li derdorê kirin.



