Şam-SANA
Parastina Sivîl a Sûrîyê hişyarî derbarê mana rasterast di bin rokê de, di navbera saet 10:00 ê sibehê û 15:00ê danê berêvarî de da, ji bo xweparastina ji tava rojê, bi taybetî zarok û kalûpîr. Her wiha daxwaz ji walatîyan kir ku zêde vexwarekên têrav vexwin, zarokên di kampan de hênik bikin û hay ji mar û dûpişkan hebin.
Parastina Sivîl tekez kir ku divê betlên gazê di bin tava rojê de neyên hiştin, û welatî dûrî xwarinên ku zû xerab dibin bikevin, her weha got ku ji bo barekî giran neyê ser xetên elektrîkê, divê amûrên sar û germkirinê bi ciwanî werin bikaranîn.
Derbarê otomobîlan de, Parastina Sivîl temînîya vekirina pencereyan, dagirtina sotemenîyê bi şev, û nehiştin amûrên ku heye biteqin mîna parfûm û çaqmaqan di hundirê wesayîtan de, kir.
Her wiha dîyar kir ku lêdana rokê, dibe sedema tagirtin, serêş û lezbûna lêdana dil.