Laziqîyê – SANA
Ji bo hêsankirina vegera niştecihan, Şirketa Giştî ya Ava Vexwarinê li Laziqîyê, karên nûjenkirina sîstema avê li Cebel El-Ekrad (Çîyayê Kurdan), bi taybetî li gundê Selma û gundên derdora wê, berdewam dike.
Rêveberê şirketê Ebdilxaliq Dîyab, dîyar kir ku kar li ser nûjenkirina depoyan, çakkirina toran, ligel destpêkirina pompekirina ceribandinê ji stasyona Wadî El-Ezreq ji bo naskirina cihên ku av jê dilop dike û çareserkirina wan, tê kirin.
Serokê Sazîya Avê ya gundê Selmayê Suhêl Erakî jî got ku qonaxa duyem dê av ji bo gundên Kedîn, Te’ûma, Ara, Biroma, Kefertî, Bilî û Mecdel Kîxyayê, bê dayîn, ligel nûjenkirina depoyên Selmayê yên kevn, El-Hewr, Beyt Endron û Tertîyah (dê nêzîk bê xebitandin). Niha av li ser du alîyan tê pompekirin: Yê yekem ber bi depoya Selma ya kevn ve, ku avê dide Selmaya kevn, gundê Maronîyat û gundên girêdayî wê.
Her wiha xeteke nû ji Merc Xoxe heta depoya Tertîyah tê danîn, ligel çakkirina torên Merc Xoxe. Tê pêşbînkirin ku ev proje di nava deh rojan de biqede. Armanca van hewldanan baştirkirina xizmetên avê li herêmê, û piştgirîya aramîya niştecihan e.






