Şam-SANA
Her du alîkarên Wezîrê Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê, yê Karûbarên Jîngehê Yûsif Şeref, û yê Karûbarên Teknîkî Mihemed Yasir Xezal, bi şandeke Banka Almanyayê ya Geşepêdanê (KfW), her weha bi her du Bernameyên Neteweyên Yekbûyî, ya Pêşketinê (UNDP), û ya Cih û Warên Mirovan (UN-Habitat) re, rêbaza tekûz a ji bo piştgirîya başbûna sektora niştecihkirinê li Sûrîyê gotûbêj kirin.
Wezareta Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê di nivîsekê de li ser kenala xwe ya Telegramê, îro Sêşemê, dîyar kir ku di civînê de rêbazeke tekûz û yekgirtî, ku ji alîyê bernameya geşepêdanê û ya cih û warên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî ve hatibû pêşkêşkirin, hat nîşandan.
Ev rêbaz li ser sê tewerên bi hev ve girêdayî ava dibe, ew jî ev in: Amadekirina jîngeha dezgehdarî û yasayî ya ku piştgirîya başbûna sektora niştecihkirinê dike, alîkarîya malbatên herî zêde zirar dîtine di vegerandin û çaksazkirina malên wan de û nûjenkirina binesazîyê û xizmetguzarîyên bingehîn li herêmên zirardîtî.
Wezaretê dîyar kir ku armanc ji vê rêbazê ew e ku cih û warên ewle bên dabînkirin, piştgirîya vegera şênîyan bê kirin, aborîya xwecihî were geşkirin û aramîya civakî bê xurtkirin, bi rêya hevkarîyeke ku sazîyên dewletê, sektora taybet û rêxistinên navdewletî bi hev re bicivîne, bi awayekî ku têkeve xizmeta dabînkirina başbûneke domdar û jinûavakirineke bikartêkertir û bikêrhatîtir pêk were.