Şam-SANA
Sûrîyê, bi tundtirîn şêwe, derbasbûna Îsraîlê bo hundirê axa Sûrîyê li parêzgehên Quneytira û Derayê û armancgirtina deverê bi topan ku di encamê de tirs û xof di nav sivîlan de peyda kiriye, şermezar kir.
Ev yek jî wekî binpêkirineke eşkere li hember serwerî û yekparçeyîya axa Sûrîyê, û binpêkirineke nû ya qanûnên navneteweyî, peymana Neteweyên Yekbûyî û Peymana Veqetandina Hêzan a sala 1974ang tê hesibandin.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de duh Yekşemê dîyar kir ku berdewamîya van kiryarên êrîşkar hewldanên ku armanca wan çespandina ewlehî û aramîyê ye lawaz dike, û êş û azara sivîlên li herêmên hatine armancgirtin zêde dike, her wiha rê li ber gurkirina şer û alozîyên zêdetir li herêmê vedike.
Daxuyanîyê wiha berdewam kir: Komara Erebî ya Sûrîyê bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî dike ku berpirsyarîyên xwe bigirin ser milên xwe, û tedbîrên pêwîst ji bo danîna sînorekî ji van binpêkirinên dubare re wergirin, her wiha rêzgirtina li Peymana Veqetandina Hêzan misoger bikin, bi awayekî ku serwerî û yekparçeyîya axa Sûrîyê biparêze.