Şam-SANA
Berdevkê Wezareta Hundir Nûredîn El-Baba di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê tekez kir ku Rêveberîya Agahîyan bi hevkarîya ligel alîyên hikûmî yên hevpar, lêkolîn û kontrolkirina qeydên têkildarî rêkarên veguhastina milkdarîyê, ku zêdetirî 850 hezar qeydên xanûberan hatine çareserkirin, bi dawî kiriye.
Ev gav ji ber xemxwarîya sivikkirina barê li ser milê welatîyan û hêsankirina pêkanîna miameleyên wan ên xanûberan hat avêtin, yên ku berê ji ber kêmasîya daneyan di bingeha navendî ya rejîma berê de tûşî astengîyan bûbûn.
El-Baba dîyar kir ku ev hewldan bûn sedema temamkirina daneyên kêm, rakirina astengîyan û rakirina nîşana qedexeyê ji ser gelek xwedîyên wan ku berê ji ber kêmasîya daneyan mafê birêvebirina milkên wan jê hatibû girtin.
Vê pêngavê fersend da wan ku îro milkên xwe bi hêsanî û rihetî bi kar bînin, tevî sînordarkirina lîsteya qedexekirina birêvebirinê tenê ji bo kesên ku qonaxên rêkarên wan li xwe digire, piştî temamkirin û kontrolkirina daneyên wan.
El-Baba bal kişand ser wê yekê ku wezaret bang li welatîyan dike ku serdana rêveberîyên pispor bikin ji bo şopandina miamele û temamkirina rêkarên xwe bi rengekî fermî.
Derbarê dana li dûv simsaran yan kesên nefsqels, yên ku îdia dikin ku ew dikarin bi hinek pereyan astengîyan rakin, bi tundî hişyarî da. Wezaretê tekez kir ku proseya rakirina nîşaneyên qedexeyê bi şêwazekî sazûmanî û otomatîk li gorî nûkirina daneyan pêk hatiye.