Şam-SANA
Jêdereke ewlehîyê ji bo SANAyê eşkere kir ku Wezareta Hundir yek ji bazirganên herî navdar ên madeyên hişbir li Libnanê, ku ji alîyê dadwerîya welatê xwe ve tê xwestin, piştî ku derbasî xaka Sûrîyê bû, girt. Ev yek piştî wergirtina daxwazeke fermî ji Libnanê bi rêya kanalên pejirandî ji bo girtin û radestkirina kesê tawanbar pêk hat.
Jêderê dîyar kir ku di çarçoveya hevkarîya navdewletî û xebata hevbeş di navbera Ofîsa Navendî ya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir a Libnanê û Rêveberîya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir a Sûrîyê de, agahî li ser şopandina kesê bi navê “F. F.” hatin bidestxistin. Ev kes ji alîyê dadwerîya Libnanî ve bi tawanên qaçaxçîtîya madeyên hişbir, bi taybetî madeyên keptagonê û heşîşê, tê xwestin.
Jêderê li dawîyê da zanîn ku li ser vê bingehê û li gorî fermanên dadwerîya peywendîdar û rêkarên pejirandî, piştî temamkirina rêkarên yasayî yên pêwîst, ew kes di 19ê Adara borî de li derîyê sînorî yê El-Mesneyê hat girtin û radestî alîyê Libnanî hat kirin.