Şam-SANA
Dadwerê Lêkolînê yê Heftemîn li Şamê, Tewfîq El-Elî, lêpirsîn bi gumanbar De’as Hesen Elî re kir, ku serokê berê yê şaxê Ewlekarîya Dewletê ya ser bi rejîma berê ve li parêzgeha Dêrezorê bû, derbarê tawanên ku Dozgarîya Giştî ew pê tuhmetbar kiriye.
Fermandarîya Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Laziqîyê di 18ê Hezîrana borî de ragihandibû ku wan De’as Hesen Elî girtiye, ji ber ku ew bi tawanên şer, binpêkirinên li dijî gel û tawanên aborî tê tawanbarkirin, ku ya herî berbiçav dizîya petrolê û firotina wê ji bo berjewendîya xwe ya kesane ye; piştî girtinê, ew ji bo rêkarên yasayî radestî dadgeha peywendîdar hat kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Dozgerîya Giştî li pêşberî dadwerê lêkolînê, dozên giştî li dijî hejmarek encamderên binpêkirinan vekirine, di nav wan de: Atif Necîb, Ehmed Bedredîn Hesûn, Mihemed El-Şe’ar, Îbrahîm El-Hiwêce û Wesîm El-Esed. Ev yek di çarçoveya pêvajoyeke dadwerî de tê ku armanca wê hesabpirsîna ji berpirsên tawan û binpêkirinên giran ên li dijî gelê Sûrîyê ye, û her wiha ji bo xurtkirina serwerîya yasayê û dadwerîya veguhêz.

