Idlib – SANA
Îro Pêncşemê, karwanekî nû yê vegera xwebexş ku ji 212 malbatan pêk tê, ji kampên koçberîyê yên li bakurê Sûrîyê ber bi gund û bajarokên wan ên li gundewarên Idlib, Hema, Hims, Heleb û Hesekê ve bi rê ket.
Ev karwan bi hevkarîya di navbera parêzgeha Idlibê, Rêveberîya Kar û Karûbarên Civakî, Komîserîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, rêxistina Mezen, Heyva Sor a Erebî ya Sûrî û Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan hat meşandin, wekî beşekê ji karwanên vegerê yên ku di çarçoveya hewldanên hikûmetê de ji bo girtina dosyaya koçberîyê tên rêkxistin.
Rêveberê Rêveberîya Bakur a Rêveberîya Kar û Karûbarên Civakî li parêzgeha Idlibê Mihemed Bakîr ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku birêkirina van karwanan li ser bingeha mersûma serokatîyê ya hejmar 59 a ber bi armanca “Sifir Kon” ji bo sala 2026an di çarçoveya hewldanên bidawîkirina dosyaya koçberîyê de tê.
Bakîr her wiha destnîşan kir ku hejmarek malbatên di nav karwan de berê xwe didin gundewarên Hema û Himsê, û beşekî din jî ber bi gundewarên Idlib û Hesekê ve diçin.
Navborî piştrast kir ku tomarkirin berdewam e ji bo amadekirina çar karwanên din ên ku biryar e hefteya bê bi rê bikevin, û da zanîn ku hejmara malbatên vegerîyayî ji destpêka rizgarkirinê heta îro gihîştiye nêzîkî 170 hezar malbatan.







