Şam-SANA
Wezîrê Veguhastinê Ye’rub Bedir tekez kir ku wezaretê dest bi nûjenkirina hemû rêyên navendî li Sûrîyê li gorî amûrên herî nû yên li cîhanê peyda dibin, kiriye.
Wezîr Bedir di civîneke çapemenîyê de roja Yekşemê lê zêde kir ku wezaret ji bo nûjenkirina rêyan li gorî pîvanên herî bilind, li pêşnîyarên derve yên kompanyên bîyanî digere.
Wî her weha bal kişand ser wê yekê jî ku wezaret wê dest bi nûjenkirina projeya “M45” bike ku ji dergehê Nesîbê heta dergehê Bab El-Hewayê yê ligel Tirkîyê diçe, û di Şam, Hims, Hema, Seraqib û Helebê re derbas dibe, ligel avakirina projeyeke din jî ji bo rêya giştî ya ku ji Şamê heta Dêrezorê diçe da ku herêmên bakurrojhilat bi Şamê ve girê bide û binesazîya herêma rojhilat temam bike.
