Şam-SANA
Komîteya Navendî ya taybet bi lêkolînkirina rewşa karmendên ku ji karên xwe yên hikûmetê hatine dûrxistin ji ber piştevanîya wan ji bo şoreşê, li navenda Sekreterîya Giştî ya Serokatîya Komarê civîya.
Civîn di bin serokatîya Cîgirê Sekreterê Giştî ji bo Karûbarên Encumena Wezîran, Endazyar Elî Kede, pêk hat da ku têbînîyên Wezareta Geşepêdana Îdarî li ser projemersûma ku komîteyê amade kirîye, gengeşe bikin.
Beşdaran têbînîyên hatine pêşkêşkirin û girîngîya wan di pêkanîna dadwerîya veguhêz de gotûbêj kir. Di heman demê de, serokê komîteyê Dadwer “Cîhad El-Dîmeşqî” şêwaza dawî ya projeyê, xalên wê û behaneyên qanûnî yên her yekê ji wan pêşkêş kir.

Cîgirê Sekreterê Giştî tekez kir ku dewlet bi biryar e ku vê mersûmê bi dawî bike da ku vegera karmendan bo sazîyên wan ên resen ên ku di serdema rejîma berê de jê hatibûn dûrxistin misoger bike.
Navborî ferman da ku proje bi lez ji bo birêz Serokê Komarê were bilindkirin û bal kişand ku zêdetirî %90 ji kesên ji kar hatibûn dûrxistin li gorî girêbestên demkî vegerîyane sazîyên giştî, heya ku mersûm bi fermî were derxistin.
Hêjayî gotinê ye ku derengketina derxistina mersûmê ji ber çêkirina guhertinên pêwîst e ji bo berfirehkirina çarçoveya wê ku hemû rewşên navborî li xwe bigire, tevî çareserkirina dosyaya pişkên sîgorteyê bi hevahengîya alîyên peywendîdar .


