Şam-SANA
Parastina Sivîl a ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan ve, hişyarî derbarê bilindbûna pêlên deryayê li peravên Sûrîyê da ku di navbera nîv metreyî û metreyekê de ne. Ev yek di encama bandora rewşeke deryayî de ye ku ligel bayekî başûr rojava bi leza di navbera 15 heta 30 kîlometreyan di demjimêrê de tê.
Parastina Sivîl îro Sêşemê li ser kanala xwe ya Telegramê da zanîn ku ev mercên deryayî dibin sedema metirsîyên navîn li ser çalakîyên deryavanî û masîgirîyê, lewra divê masîgir, deryavan û xwedîyên qeyikan tedbîrên hişyarîyê wergirin.
Her wiha bang kir ku di dema melevanîyê de baldar bin, xwe ji avjenîya di kûrahîya deryayê de dûr bigirin û pabendî cihên dîyarkirî yên avjenîyê li nêzî peravê bin, ligel miqatebûna li hember bilindbûna pêlan û şepêlên deryayî.