Şam-SANA
Di 24 saetên borî de li çend parêzgehên Sûrîyê ji ber bûyerên trafîkê, du kes mirin û 22 kesên din birîndar bûn, û tîmên Parastina Sivîl ên Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan bersiva wan da.
Parastina Sivîl îro Înê li ser kanala xwe ragihand ku tîmên wan bersiv daye 27 bûyerên trafîkê; di encamê de du kes mirine û 22 kesên din birîndar bûne. Wan jî ji alîyê xwe de alîkarîya pêşîn ji wan re pêşkêş kiriye û ji bo dermankirina pêwîst bo nexweşxaneyan hatin veguhastin, her wiha şûnmayên bûyeran hatin rakirin û cihên wan hatin ewlekirin.
Parastina Sivîl careke din di bîra ajokeran de anî ku divê leza xwe kêm bikin, ji rewşa teknîkî ya otomobîlê, karê frenan û paqijkerên caman piştrast bibin, û ji reftarên şaş ên ku mirov mijûl dikin wekî bikaranîna telefona destan dûr bikevin.
Her wiha tîmên Parastina Sivîl bersiv da 100 şewatî; 3 ji wan li nav zevî û berhemên çandinîyê bûn û yên din jî li deverên curbicur bûn, wek mal, dikanên bazarganîyê, gîya, dar, zibil û têlên elektrîkê. Agir hatin vemirandin û cihên wan hatin sarkirin, bêyî ku tu kes birîndar bibe, û zirar tenê madî bûn.
Parastina Sivîl tekez kir ku divê li deverên daristanî û zevîyên çandinîyê agir neyê pêxistin, boçikên cigareyana an şûşeyên camî li kêleka rêyan neyên avêtin, bi taybetî li deverên nêzî berhemên çandinîyê û daristanan, û gîyayên hişk ên li dora malan an li kenarên rêyan neyên şewitandin û bi rêyên ewle bên rakirin.




