Gundewarê Şamê-SANA
Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikên Sûrîyê vekirina dergehê sînorî yê Cedîdet Yabûsê yê bi Libnanê re û destpêkirina tevgera derbasbûnê bi awayekî asayî ragihand. Ev yek ji sibeha îro Pêncşemê ve dest pê dike, piştî ku metirsîyên ku bûn sedema rawestandina demkî ya kar di rojên borî de ji holê rabûn.
Desteyê tekez kir ku dergeh dê li gorî çarçoveyên sivîl û yasayî yên pejirandî, xizmetên xwe ji bo rêwîyan berdewam bike. Her wiha hemû tedbîrên rêkxistinê yên pêwîst hatine wergirtin ji bo misogerkirina selametîya derbasbûyan û dabînkirina hêsankarîya herî zêde di tevgera çûnûhatinê de.
Desteyê bang li hemû rêwîyan kir ku pabendî rênimayên ku ji rêveberîya dergehê derdikevin bin, da ku ev yek di hêsankirina karûbaran û misogerkirina birêveçûna baş a kar de bibe alîkar.

