Şam-SANA
Pileyên germahîyê bi şevê hindekî ber bi kêmbûnê ve diçin, lê li piranîya herêmên Sûrîyê hîn jî nêzîkî 1-3 pileyan ji rêjeya xwe bilindtir dimînin.
Li gorî Navenda Neteweyî ya Keşnasîyê, keşûhewa îro Yekşemê, di demjimêrên rojê de bi giştî sayî û germ e, lê li herêmên Rojhilat û Cîzîrê tozdar û pir germ e.
Danê şevê, keşûhewa bi giştî hênik e, û li herêmên çîyayî xweş e. Li herêmên Rojava û Bbaşûr rêjeya şilîyê bilind e. Her wiha hişyarî ji çêbûna mijeke sivik li hin deverên herêmên Başûr û Navîn di demjimêrên şevê û sibehê zû de tê dayîn.
Tevgera ba li herêmên Perav û Başûr dê başûrê rojavayî be, lê li herêmên din ji rojava heta bakurê rojavayî be. Tvgera ba di navbera sivik û orte de ye, ligel bahozên bihêz ku leza wan di demjimêrên piştî nîvro û êvarê de ji 55 km/saetê derbas dibe. Ev bahoz dibin sedema rabûna tozê li hin herêmên Hundirîn. Bilindbûna pêlên deryayê dê sivik be.
Pileyên germahîyê yên herî kêm û zêde li parêzgehên Sûrîyê:
| Şam | 20/37 |
| Gundewarê Şamê – Qelemûn | 15/32 |
| Quneytira | 19/33 |
| Der`a | 20/35 |
| Siwêda | 17/30 |
| Hims | 20/34 |
| Hema | 20/37 |
| Laziqîyê | 23/32 |
| Tertûs | 24/32 |
| Heleb | 22/37 |
| Îdlib | 23/34 |
| Dêrezor | 27/43 |
| Reqa | 25/41 |
| Hesekê |